Dadgehê 11 sal û 7 meh cezayê zindanê da Leyla Guven

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCDê Leyla Gucen ji ber 4 axaftinên xwe yên cuda bi îdiaya ku bangeşiya rêxistina neyasayî kiriye dihat darizandin.

Diyarbekir (K24) – Dadgehê 11 sal û 7 meh sizayê zindanê da Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, ku  ji doza bi îdiaya bangeşiya rêxistina neyasayî dihat darizandin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCDê Leyla Gucen ji ber 4 axaftinên xwe yên cuda bi îdiaya ku bangeşiya rêxistina neyasayî kiriye dihat darizandin.

Doza ku li dadgeha Sizayê Giran a 9emîn Ya Diyarbekir dihat dîtin de Leyla Guven ji ber ku girtî bû bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî dozê bû û parastina xwe kir.

Piştî parastinan dadgehê biryara xwe ragihand û ji ber ku di 3 axaftinên xwe de bangeşeya rêxistina neyasayî kiriye 11 sal û 7 meh sizayê zindanê li Leyla Guven hat birrîn.

Leyla Guven ji 22yê Berfanbara 2020an ve di girtîgehê de ye û niha jî di Girtîgeha Elezîzê de tê girtin û di 4ê Hezîrana 2020an de dema ku Parlementera HDPê ya Colemêrgê bû ji ber ku di dozekê de 22 sal û 3 meh siza lê hatibû birrîn parlementeriya wê hatibû betalkirin.