Serok Barzanî: Divê pêngavên pêkanîna hikûmetê li gor îstîhqaqa hilbijartinan be

Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê civiyan û herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê pêngavên pêkanîna hikûmetê li gor îstîhqaqa hilbijartinan be.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê civiyan û herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê pêngavên pêkanîna hikûmetê li gor îstîhqaqa hilbijartinan be.

Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro duşemê 17ê Cotmeha 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson kir.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hunt jî amade amade bû, guherînên herî dawî yên li qada siyasî piştî hilbijartinên serokomar hat gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekezî li wê yekê kirine ku divê pêngavên pêkanîna hikûmetê li gor îstîhqaqa hilbijartinan be, herwiha pêwîst hat dîtin, bernameya ku aliyên beşdar ên proseya siyasî li ser wê li hev kirine, were cîbicîkirin. Bi awayekî ku ew bername wek nexşerêyekê be ji bo rêrewa proseya siyasî ya Iraqê ber bi seqamgîriya siyasî.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li girîngiya rola jinan û bihêzkirina wê rolê kiriye û destnîşan kiriye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşengê gihandina jinên çalak bûye, ji bp pêşxistina civakê, her dem rol daye jinan.