Bryson-Richardson: Brîtanya piştevaniya ewlehiya Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson ragihand, ew îro ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya û di hevdîtinê de hevxemiya Brîtanyayê bo qurbaniyên êrîşa roja 28ê Îlonê û rojên piştre dubare kir.

Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştrast kir ku Brîtanya piştevaniya serwerî û asayişa hemû Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Balyozê Brîtanya li Iraqê derbarê êrîşên 28î Îlonê û rojên di piştre got: “Ev beşek ji şêwaza dubare ya Îranê ya çalakiyên nearamiyê li navçeyê ne.”

Roja 28ê Îlona 2022an, Supaya Pasdarên Îranê çendîn êrişên asmanî li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk anîn û di encamê de 18 kes hatin kuştin ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn.