HTŞ çend gundên din ên Efrînê kontrol kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Heyet Tehrîr El-Şam (Nusra berê) çend gundên din li navçeyên Şera û Bilbilê yên li herêma Efrînê kontrol kirin, piştî ku Feyleqa Sêyem a ser bi Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê ve ji wan vekişiyan.

Jêderekî xwecihî ji Efrînê ji K24ê re got, îro danê êvarê şer û pevçûn li gundên navçeyên Şera û Bilbilê berdewam bûn û di encamê de Teyet Tehrîr El-Şam gundên Qitmê, Dîkmedaş û nahiya Bilbilê Kontrol kirin.

Destnîşan kir jî, topek li tiraktorekê ket ku hejmarek karkerên çinîna zeytûnan hilgirtibû û ji ber rewşa şer ti kes nikarî bi hawara wan ve biçûya û nayê zanîn çend kes bûne qurbanî.

Ev piştî wê tê, îro çekdarên Tehrîr El-Şamê navenda nahiya Şera û gundê Kefer Cenê, Qitmê û hejmarek gundên din li wê navçeyê ji destê Feyleqa Sêyem kontrol kiribûn.

Heyet Tehrîr El-Şam ji roja 12ê Cotmeha 2022an ve ji bo piştevaniya grûpa Sultan Silêman Şah “Emşat” û grûpa Hemzat derbasî herêma Efrînê bû û grûpa Feyleqa Sêyem neçar kir ku ber bi Ezazê ve vekişe. Heyet Tehrîr El-Şam jî navçeya Cindirêsê, bajarê Efrînê, navçeya Şera û gundên wan kontor kirin û niha berê xwe daya navçeyên Bilbilê û Raco.