Pedersen: Netewên Yekgirtî hewl dide agirbestekê li seranserê Sûriyê rabigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen ji Şamê ve dibêje, Neteweyên Yekgirtî hewl bide agirbestekê ku hemû deverên Sûriyê li xwe digire, ragbihîne.

Pedersen li Şamê piştî hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, duhî di hevpeyvînekê de ligel rojnamevanan de, ragihand, rewşa aborî li Sûriyê gelekî zehmet e, ji ber ku nêzîkî 15 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene.

Got jî: “Ji Adara 2020an ve agirbestek heye, hêlên me yên pêşîn hene ku nehatine guhertin, lê hîn jî gelek sivîl têne kuştin, lewra ev hîn jî dijwariyek e.”

Tekez kir jî: “Em ê berdewam bin li ser xebatên xwe da ku em bibînin ka karîna agirbestek li seranserî welat heye yan na.”

Pedersen da zanîn ku biryara 2254 ku di Berçileya 2015'an de ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve hatibû qebûlkirin, bi ser neket, lê “mizgîniya baş ew e ku hemû alî hîn jî dibêjin ew bi vê biryarnameyê pabend in.”

Her wiha got Pirsa sereke ew bû ku gelo her kes dê bikaribe hinek pêbaweriyê ji nû ve ava bike da ku pêş de biçin.