Rewangeh: Di hefteyekê de 58 kes li Efrîn û Babê hatine kuştin

Di şerê navbera Heyet Tehrîr El-Şam û grûpên ser bi Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê ve li Efrîn û bakurê Helebê 58 kes hatine kuştin di nava wan 10 sivîl hene
Efrîn - Şera
Efrîn - Şera

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara kuştiyên şer û pevçûnên di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û grûpa Feyleqa Sêyem a ser bi Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê ve li Efrîn û gundewarê Helebê gihişte 58 kesan, di nava wan 10 sivîl hene.

Piştî şerê hefteyekê li gundewarê Helebê û herêma Efrînê di navbera Heyet Tehrîr El-Şamê û Feyleqa Sêyem de, îro heta niha aramiyek li Efrînê û gundewarê wê heye, piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam duhî Duşemê gundê Kefer Cenê ya stratejîk û hejmarek gundên din li navçeya Şera ya Efrînê kontrol kirin.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di hefteyekê de   10 kesên sivîl û 48 çekdarê ji grûpên cuda di şer û pevçûnan de hatine kuştin:

- 28 çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam û grûpên piştevanê wê dikin (Silêman Şah û Hemzat) di şer û pevçûnên li herêma Efrînê û û bakurê rojavayê Helebê hatin kuştin.

- 16 çekdar ji Feyleqa Sêyem (Cebha El-Şamiye û Ceyş El-Islam) li Efrîn û bakurê rojavayê Helebê hatin kuştin.

4 çekdarên din ji grûpên din li herêma Efrînê û Babê hatin kuştin.

- 10 sivîl hatin kuştin, ji wan 3 kes li herêma Babê ne û 7 jî li herêma Efrînê ne ku di nava wan 3 jin û 3 zarok hene.

Ji ber giraniya birînên hin birîndaran, eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Navenda Lihevhatina Niştimanî ya Rûsyayê li Sûriyê Orgeneral Oleg Yegorov roja 16ê Cotmeha 2022an diyar kir, hêzên wan ên asmanî êrîşî kampeke perwerdekirina çekdaran di navbera Efrîn û Ezazê kir û di encamê de nêzî 100 çekdaran hatin kuştin.