Amerîka daxwaza vekişandina Heyet Tehrîr El-Şamê ji bakurê Helebê dike

Amerîka: Divê hemû alî can û malên sivîlan biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka daxwaza vekişandina Heyet Tehrîr El-Şamê ji Efrîn û herêmên bakurê Helebê kir û daxwaza parastina mal û jiyana welatiyên sivîl kir.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê îro li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” helwesta xwe derbarê pêşhatên nû yên şerê di navbera Heyet Tehrîr El-Şamê û grûpên ser bi Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê li herêma Efrînê û bakurê Helebê de aşkere kir.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê nivîsî: “Em ji pêşveçûnên dawiyê yên Heyet Tehrîr El-Şamê ya terorist li bakurê Helebê nîgeran in û divê Heyet Tehrîr El-Şamê dimildest ji herêmê vekişe.”

Di twitteke din jî got: “Amerîka ji tundûtûjiya vê dawiyê ya li bakurê rojavayê Sûriyê pir nîgeran e. Divê hemû alî can û malên sivîlan biparêzin.”

Hefteyek e Heyet Tehrîr El-Şam ji bo piştevaniya grûpa Sultan Silêman Şah “Emşat” û grûpa Hemzat derbasî herêma Efrînê bû û grûpa Feyleqa Sêyem neçar kir ku ber bi Ezazê ve vekişe. Heyet Tehrîr El-Şam jî heta niha navçeya Cindirêsê, bajarê Efrînê, navçeya Şera û gundên wan kontor kirin û niha berê xwe daya navçeyên Bilbilê û Raco.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, di şer û pevçûnên di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û grûpa Feyleqa Sêyem de, li Efrîn û gundewarê Helebê 58 kes hatine kuştin, di nava wan 10 sivîl hene.