Civîna Hevdîtina Aliman û ramana Kurdistanê

Kurd24

Yekitiya Alim û Medreseyan (İttihad-ul Ulema), di sala 2014’an de li herêma Kurdistana Bakur ji terefê çend alim û zanayên dînî yên Kurd ve hate damezrandin. Her çiqas navenda muesseseyê li Diyarbekirê be jî, li seranserê heremê dezgeh û medreseyên wê henin. Muessese, perwerdehiya ilmên İslamî dide û bi lijneyên xwe yên civakî faaliyetên xwe yên curbicur birêve dibe. Bi taybet ji bo parastin u pêştebirina kevneşopiya medreseyên Kurdistanê tev digere. İttihad-ul Ulema, li ser wê mebestêye ku alim û alimeyên ku bi urf û edetê gel ve girêdayî, bi gelê xwe re eleqedar perwerde bike. Bi taybet hewl dide ku medreseyên keç û xaniman ji nuh de ava û îhya bibin. Dîsa ji bo vê mebestê hewl dide ku li her bajarên mezin yên Kurdistana Bakur bi taybetî medreseyên keç u xaniman vebike.

Ji sala damezrandina xwe ya heta îro bi hezaran keç û xort ji tedrisata mûesseseyê derbas bûne û ew îcazeta xwe ya ilmê wergirtine.  Di mufredata mûesseseyê de ders û waneyên wek Quran’a Pîroz, Tefsir, Hedîs, Eqaîd, Fiqih, Muamelat, Diroka İslamiyetê, waneyên usûlê; serf, nehîv, belaxat u pratika zimanê Erebî têne dayin.

Di sala 2015’an pê de muesseseya İttihad-ul Ulema, her sal li navenda xwe, li Diyarbekirê bi navê “Hevdîtina Heftemîn a Aliman” konferansekî navnetewî li dar dixe. Sekreteriya u rêveberiya vê bernameyê ji rêveberiya mûesseseyê cuda ye. Sekreteriyaya civînê, ji zanayên olî yên çar parçeyên Kurdistanê, herekî bi nûnertiya 5 kesên wê perçeyê, di yekûnê de ji 20 kesayatên Kurdên zana pêk tê. Ji bo vê konferansa nevneteweyî, sekreteriya li curbicur deran u wextan li hev rûdine. Di van civînên îstişareyê de ji bo birêvebirina konferansa her salî, biryarên hevpar û müşterek têne dayîn. Mebesta vê organîzasyonê li gor rêvebirên lijneyê ew e ku bi pêşengiya zanayên Kurd, zanayên Alema Îslamê û bi taybet alimên her aliyên Kurdistanê li hev rûnin u hevûdin binasin, piştre ser bidin hev li pey çareseriya pirsên Alema Îslamê û bi taybet pirs û qaziyeya Kurd tev bigerin.

Bo tertîbê ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji curbicur welatên din yên Îslamê alim û zanayên olî beşdarê vê hevdîtinê dibin. Hevdîtin, bi qasî du rojan û li ser çend danişîn u celeseyan ber xwe dide. Di van celeseyan de beşdarên ku axivekarin, axaftin û teblîxên xwe pêşkeş dikin. Roja dawîn, di dawîya hevdîtinê de wek peyama hevdîtinê, li raya giştî û çapemeniyê, encamnameya bernameyê tê ragihandin. Encamname wekî Erebî, Kurdî-Kurmancî u Tirkî bi sisê zimanan tê xwendin.

Hevdîtin her sal bi awayekî coşûperoş wekî merasimekî diqewime. Bi xêra vê hevdîtinê zana u alimên Îslamê hevudin dinasin û ser didin hev û li ser pirsên giştî û bi taybet li ser pirsa Kurd niqaşan dikin.  

Îsal jî weke salên borî, ji aliyê Yekîtiya Alim û Medreseyan ango Îttîhadul Ulema ve li Diyarbekirê di 15 û 16ê Cotmehê de bi beşdariya alimên çar parçeyên Kurdistanê û curbicur welatên wek Tirkîye, Îran, Iraq, Sûrîye, Libnan, Efxenistan, Lîbya û Urdinê, konferansa “7. Hevdîtina Aliman” pêk hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkîye û welatên din yê cîhanê nêzikî sedan kesayetên olî, sîyasî û civakî tev li vê konferansê bûn. Kesayetên wek Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zebîhulah Mucahid, Şêx Zahêd Xeznewî, Prof. Dr. Elî Qeredaxî û herwiha Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu jî beşdarê vê civînê bûn û teblixên xwe peşkêşî girseya beşadaran kirin. Di civînê de Kurdên herêma Qefqasyayê jî peyameke wek silavên germ û daxwaza serkeftinê ragihandin.

İslamiyet, di dîroka dûvdirêj de di nava civata Kurd de cihê xwe dagirtiye û hê jî bandora wê berdewam e. Ji ber wê yekê her çiqas civaka Kurd bi hemû ferdên xwe bawerî bi İslamiyetê neanîbin jî, dişê bê gotin ku İslamiyet bi her awayî rengê xwe li gelê Kurd daye. Her wekî tê zanîn di nav civaka Kurd de girseyeke xurt misilmanin. Ev yek weke tespîteke civaknasîyê ye. Loma nirxên İslamiyetê bandorê li civaka Kurd dikin, ji jiyana wan ya rojane heta jiyana civakî, siyasî, aborî hwd, di bin tesîrê de ne. Piştî belavbûna Dewleta Osmanî di nav civaka Kurd de mefkûreyeke nuh peyda bû. Ew mefkureya nuh -ku welatperwerîya Kurd bû- û mefkûreya İslamiyetê li hev nedihatin. Ev yek bi dehan salan wiha berdewam bû. Birastî jî şîroveya İslamiyetê ya çewt li dijî mafparêzîya Kurd û Kurdewariyê radiwest. Lê di heqîqeta xwe de Îslamiyet tu carî li dijê tu mafê qewmekî nedihat. Lê kesekî zanyar peyda nebûbû ku vê yeke ji hev safî bike, mafparêzîya Kurd û Îslamîyetê li hev bîne. Di vî warî de rewşa Başûr ji ya Bakur ji hev vediqete. Li Başûr, Kurd tu carî bi navê Xwedê neşê hatine xapandin. Lê  li Bakur ev yek bi dehan caran rûdaye. Lewra li Bakur, di fikra alimên İslamê de nakokîyeke xurt çêbûye. Alimên Bakûr her tim ji doza Kurd û Kurdewarîyê ji ber hin sedeman, xwe paşda xistine û dûrê wê sekinîne. Di vê helwestê de helbet tesîra rêxistina çekdar jî têra xwe çêbûye. Ji ber ku rêxistin di serî de, li ser navê nirxên Marksîst- Sosyalîst tevgeriyaye û her du raman weke dijolî dîtîye u ji ol u oldarîyê re heta demekê tim bi şer û pevçûn bûye. Lê berbiçave ku di vir de jî şaşîyek heye ku rêbaza Sosyalîst her çiqas rêbazeke derveyî olê be jî, di eslê xwe dijberê olî nîne.  Ev yek jî weke îronî û bêsûdîyekê muhra xwe li dîrokê xistîye. Li ser vê mijarê helbet bi berfirehî dişê pir tişt lê werin zêdekirin. Lê ji bo vê divê nivîseke serbixwe bê amadekirin.

Civîna Hevdîtina Aliman; di van heft salên borî de alim û zanayên Kurdên her çar parçe, nêzî hev dibin. Bi saya vê civînê alimên Kurd yên Rojhilat, Rojava, Bakûr, Başûr hevûdin naskirine, piştî bi dehan niqaş û munazereyan di warê mefkûreya Kurdistanî de jî danûstendina hev kirine. Bi taybet helwesta alimên Kurdên Başur, tesîr û bandorek li ser parçeyên din, bi taybet li Bakur daye. Her sal alimên Başûr û Rojhilat bi cilûbergên xwe yên resen û Kurdewarî tên beşdarî vê merasîmê dibin. Ev yek bi awayekî xurt peyamekî Kurdewar di hiş û fikrên pêşdarazî de weke çeraxa sedşu’ledan vê dixe.

 Ji axafkaran Y. Kaplan di “Hevdîtina Heftemîn a Aliman” de çewa nerazîbûna xwe li hemberî navê “Kurdistan”ê nîşan da; li ber vê helwesta wî, beşdarên Kurd, bi taybet Kurdên Bakur bertekeke zelal nişan dan.

Di encamnameya civîne de xaleke serbixwe ji bo kêşeya Kurd hat veqetandin: “Derbarê heq û hiqûq û qedrên însan de, her kêşe û pirsgirêk, derd û meseleya aliman e. Pêwist e alim, ji xeberdana pirsgirêkên însaniyet û ummetê û ji wergirtina însîyatîfê, xwe nedin paş. Tu asteng, divê nikaribe ûlema bide paş ji daxilbûna arîşeya Kurd û ji pêkanîna berpirsiyariya vê mijarê.”

Ev her du geşedan ji bo wê tespîta me weke delîl e. Hêvîdar im alimên Kurd ji vê şûnda zêdetir li ser pirs û qaziyeya Kurd rawestin û hûr bibin. Bi hewleke Kurdistanî, ji bo gelê xwe zêdetir tevbigerin u di vî warî de pêşengiya gelê xwe bikin, li ser rêya wan her yek bibin weke çeraxê û wan ji hîle û xapînokan bidin alî.