Îtîlaf: Em hebûna HTŞ li herêma operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê red dikin

Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ragihand: “Em hebûna Heyet Tehrîr El-Şam li herêma operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê red dikin û piştgiriya liv û tevgera xelkê me yê li deverên rizgarkirî dikin ku derbarê vê mijarê de azadbûna xwe nîşan bidin.”
Efrîn
Efrîn

Hewlêr (K24) - Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ragihand: “Em hebûna Heyet Tehrîr El-Şam li herêma operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê red dikin û piştgiriya liv û tevgera xelkê me yê li deverên rizgarkirî dikin ku derbarê vê mijarê de azadbûna xwe nîşan bidin.”

Komîteya Giştî ya Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê li Stenbolê rojên 17 û 18ê Cotmehê civîna xwe ya 64emîn pêk anî û piştî civînê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di civînê de li ser rewşa meydanî ya li gundewarê Helebê gotûbêj hat kirin, ku tê de berdewambûna şer hat redkirin û daxwaza rawestandina dijminahiya Heyet Tehrîr El-Şam a terorîst a li ser deverên azadkirî hat kirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Di rewşa berdewambûna şerê grûpan, yan jî desthilata Heyet Tehrîr El-Şam de li herêmê dê encamên mezin ên neyênî li şoreşa Sûriyê bike.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Komîteya Giştî ya Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê hebûna Heyet Tehrîr El-Şam li herêma operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê red dike û piştgiriya liv û tevgera xelkê me yê li deverên rizgarkirî dike ku derbarê vê mijarê de azadbûna xwe nîşan bidin.”

Heyet Tehrîr El-Şamê piştî şer û pevçûnên di navbera grûpên çekdar ên ser bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) a Tirkiye piştevaniya wan dike de, roja 13ê Cotmeha 2022an derbasî bajarê Efrînê bû, bi vê yekê re jî nexşeya meydanî hat guhartin, bi vî awayî jî, Tehrîr El-Şam” hejmûna xwe li herêma operasyona Tirkiyê “Şaxê Zeytûnê” di nava bêdengiyeke Tirkî de berfireh dike.