Li Şingalê otomobîleke PKKê hat armanckirin

Şingal (K24) – Di encama êrîşa firokeya bêfirokevan a Tirkiyê de bo ser otomobîla berpirsekî çekdarên PKKê, du kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îşev 18ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 20:20 xulekan de, firokeya bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîla berpirsekî çekdarên PKKê li taxa Şehîdan a li navenda qezaya Şingalê kire armanc, di encamê de berpirsê PKKê û çekdarek hat kuştin û çekdarekî din jî birîndar bû.