Iraq 161 malbatan ji kampa Holê werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 600 koçberên iraqî ku tê gumankirin ew ji malbatên çekdarên DAIŞê bin, ji kampa Holê radestî Iraqê kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hikûmeta Îraqî 161 malbat ku 659 kesan pêk tê, ji kampa Holê veguhestin Îraqê.

Li gorî Rewangehê, ev malbatên iraqî bi hevahengiya di navbera hikûmeta Bexdayê û Rêveberiya Xweser de ji kampa Holê ya li gundewarê Hesekê bo welatê wan hatin veguhastin.

Di 18ê Tebaxê de, şandeke "komîteya ewlehiyê" ya hikûmeta Iraqê gihişte kampa Holê, û bi hevahengiya ligel rêveberiya Kampê, bi penaberên Iraqî re civiya û navên wan ji bo derxistina ji kampê tomar kirin.

Ev çaremîn koma koçberên iraqî ye ku ji destpêka sala 2022an ve ji Holê derketine.

Roja 12ê Tebaxa borî jî 15 koçberên iraqî ji kampa Holê hatin derxistin û vegeriyan welatê xwe.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û dora 56 hezar kes lê dimînin.

Rêveberiya Xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cîhanê welatiyên xwe ji kampê vegerînin welatên xwe.