HTŞ ji bo cibicîkirina planekê bi grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Heyet Tehrîr El-Şamê (Cebhet El-Nusra) ligel piraniya grûpên çekdar ên “Artêşa Niştimanî” ya opozîsyona Sûriyê re civiya, Li gorî zanyariyan, Tehrîr el-Şam rijd e ku rêveberiyeke yekgirtî li herêmên Efrîn û bakurê Helebê bê avakirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Heyet Tehrîr El-Şamê şeva borî ligel piraniya grûpên çekdar ên ser bi "Artêşa Niştimanî" ya opozîsyona Sûriyê ve civiya, ji bo lihevkirina li ser projeyekê ku hemû aliyên çekdar razî dike.

Li gorî zanyariyan, Tehrîr El-Şam rijd e ku rêveberiyeke yekgirtî li herêmên Efrîn, Ezaz, Bab û heta Cerablusê yên ku Tirkiyê ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê bi operasyonên bi navê “Mertala Firatê” û “Şaxê Zeytûnê” dagîr kirine bê avakirin, lê grûpên ser bi Artêşa Niştimanî vê daxwaza HTŞ red dikin.

Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ ji roja 12ê Cotmeha 2022an ve derbasî herêma Efrînê bû û grûpa Feyleqa Sêyem a ser bi opozîsyona Sûriyê ve û ya ku li gel Tirkiyê xwedî pêwendiyên baş e neçar kir ber bi Ezazê ve vekişe. Heyet Tehrîr El-Şam jî navçeya Cindirêsê, bajarê Efrînê, navçeya Şera û gundên wan kontrol kirin û niha gihîştiye sînorê Ezeza di bin kontrola Tirkiye û opozîsyona Sûriyê de ye.

Rewangehê destnîşan kir ku xelkê bajarên Ezaz, Marêi û Bab li ber deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re Bab El-Selame kom bûn û xwe pêşan dan, ji bo ku rê neyê dayîn Heyet Tehrîr El-Şam derbasî deverên “Mertala Firatê” bibe.

Ji aliyê xwe ve jî, Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) jî di daxuyaniyekê êrîşa Heyet Tehrîr el-Şam li ser Efrînê şermezar kir û hebûna wê li wa deveran red kir.