Parlamenterê Rihayê Fakîbaba dest ji AK Partî û parlementoyê kişandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê AK Partî yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba dest ji partiya xwe û ji parlamenteriyê kişand.

Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê, Wezîrê berê yê Xurek, Çandinî û Ajaldariyê yê Tirkiyê Ahmet Eşref Fakibaba li hejmara xwe ya “Twitter” daxuyaniyek da û ragihand ku wî ji partiya xwe û ji parlamenteriyê îstifa kiriye.

Fakibaba der barê sedema îstîfaya xwe de got: “Di sala 2003an de bûm endamê AK Partî, di meqam û astên cuda de min kar kir. Ez spasiya mezinên xwe û gelê Rihayê dikim ku ev fersend dan min. Di nav 20 salan de gelek hevalên min ên qedirbilind çêbûn. Xemgîn im ku ji wan dûr dikevim. Lê ez gelek şanaz im ku ji kesên ehlaq û siyaseta wan ne bi dilê min e dûr dikevim. Ji bo ku bêhurmetiyek li dengdêrên AK Partî yên dengên xwe dane min çênebe, min ji parlamenteriyê jî îstîfa kir.”