Erdogan ji Ebdulletîf Reşîd re: Em dixwazin hevkariya di navbera Bexda û Enqerê de xurtir bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ji ber hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê, pîrozbahî lê kir û got ku ew amade ye bi wî re kar bike.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokatiya Komara Iraqê îro 20ê Cotmeha 2022an belav kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd kir û pîrozbahiya hilbijartina wî wek serokomarê Iraqê kir.

Erdogan di peyama xwe da wiha got: “Ez bawer im di vê qonaxa hestiyar a ku welatê we tê re derbas dibe de, hûn ê beşdar bin di xurtkirina yekrêz û hevkariya li Iraqê de.”

Got jî: "Em dixwazin di heyama bê de bi Iraqê re ku têkiliyên me yên dîrokî yên kûr û dostane yên cîrantiyê hene, li ser bingeha rêzgirtina lii hev di mijarên hestiyar û berjewendiyên hevpar ên her du gelên me de, hevkariya di navbera me de zêde bikin. Ji ber vê yekê ez amade me li ser wê bingehê bi we re kar bikim.”

Roja Pêncşema borî 13/10/2022, Dr. Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin û roja 17.10.2022an jî li Koşka Selam a Bexdayê wek Serokomarê Iraqê dest bi kar bû.