Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Îranê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Dîplomasiya Bazirganî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Dîplomasiya Bazirganî kir û herdu aliyan tekezî li pêşvebirina pêwendiyan di warê danûstandina bazirganiyê de û pêşkêşkirina hêsankariyê ji bo bazirgan û sermayedaran û nehiştina astengiyan li ber liv û tevgera bazirganiyê kirin.

Îro pêncşemê 20ê Cotmeha 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Komara Îslamî ya Îranê kir ku bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Dîplomasiya Bazirganî Mehdî Seferî û bi madebûna Cîgirê Wezîrê Aborî yê Îranê Elî Fikrî bû.

Di hevdîtinê de pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hat gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li pêşxistina pêwendiyan di warê danûstandinabazirganiyê de û pêşkêşkirina hêsankariyê ji bo bazirgan û sermayedarên li herdu aliyan û nehiştina astengiyan li ber liv û tevgera bazirganiyê kirin.