Ukrayna: Metirsiya êrîşeke nû ya Rûsyayê heye

Ajansa AFPê ragihand, tirsa Ukraynayê ji encamdana êrîşeke nû ya Rûsyayê bi rêya axa Berlarusê heye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa AFPê ragihand, tirsa Ukraynayê ji encamdana êrîşeke nû ya Rûsyayê bi rêya axa Berlarusê heye.

Berpirsê Desteya Artêşa Ukraynayê Alexey Gromov ji ajansa AFPê re ragihandiye, tirsa wan li ser wê yekê heye ku Rûsya bi rêya axa Belarusê, ji bakurê welat ve êrîşî Ukraynayê bike.

Gromov diyar kiriye: “Gotarên serbazî û siyasî yên rayedarên Rûsya û Belarusê nîşaneya wê yekê ne ku aloziyeke din dirust bikin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Ji bakurê Ukraynayê ve metirsî heye ku Rûsya ji wê derê ve êrîş bike.”

Alexey Gromov gotiye, Moskow û Minsk niha xwedî hêzeke hevbeş in.

Ji 24ê Sibata borî ve, şerê Rûsya û Ukraynayê dest pê kiriye û ji ber wê êrîşê Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê hejmarek sizayên darayî, aborî û siyasî bi ser Rûsyayê de sepandine.

Tevî wê, zêdetirî 10 milyon welatiyên Ukraynayê bo Polanda û welatên din ên Ewrûpayê koçber bûne.