Seydayê Cegerxwîn li Diyarbekirê hat bibîranîn

Li Diyarbekirê ji aliyê sazî û rêxistinên xebatên hunerî û ziman dikin ve bernameya bîranîna helbestkarê nemir ê Kurd Cegerxwîn hat lidarxistin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê sazî û rêxistinên xebatên hunerî û ziman dikin ve bernameya bîranîna helbestkarê nemir ê Kurd Cegerxwîn hat lidarxistin. Di bernameyê de xelat bo kesên xizmeta edebiyata kurdî kirine hatin dayîn û helbestên Cegerxwîn hatin xwendin.

Ji aliyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstituya Kurdî Ya Amedê ve di holek teybet de bernameya bîranîna Helbestkarê Kurd Cegerxwîn hat lidarxistin.

Di bernameyê de helbestên Cegerxwîn hatin xwendin û ji bo kesên ku xizmeta ziman û edebiyata kurdî kirine xelat hatin dayîn. Amadekarên bernameyê amaje kirin mebesta wan ew e ku nirxên neteweyî yên wek Cegerxwîn  neyên jibîrkirin û hişmendiya ziman were belavkirin.

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê Mîne Karakaş ji K24ê re diyar kir: “Me xwest ku wek nirxek neteweyî xwedî li Cegerxwîn derbikevin. Bang li Kurdan dikîn ku her çi karî bikin bila bikin, bila li her qadê bi zimanê xwe biaxifin û bil abi Kurdî bijîn.”

Di bernameya bîranîna Cegerxwîn de kesên ku ji ber xizmeta ziman û edebiyata kurdî xelat wergirtîn amaje kirin ku divê rola Cegerxwîn ya di warê hişmendiya neteweyî de neyê jibîrkirin û wergirtina xelatê di bernameyek wisa de wek serbilindiyê pênase kirin.

Nivîskar Namik Hewramî ji K24ê re diyar kir: “Min gelek xelat wergirtine lê ev xelat ji bo min taybet e. Ji ber ku li Amedê min standiye û ji ber ku di warê hewramî de min xebat kiriye û xelat wergirtiye. Cegerxwîn girîng e, ji ber ku ji me re dide nasîn ku kîne em.”

Cegerxwîn ku navê wî yê rastî Mele Şêxmus e di sala 1903yê de li Gundê Hesarê ya Kercewsa Batmanê hatiye dinê û 38 sal berê di 22yê cotmeha 1984an de li Stocholmê jiyana xwe ji dest daye.