Abdurrahman Kurt: Em ji Kurdan tika dikin, gelek zarokan bînin

Endamê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Abdurrahman Kurt diyar kir ku gotinên Erdogan ên "5-10-15 zarokên PKKê hene" şaş hatiye fêmkirin û got: “Ji bo Xwedê em ji Kurdan tika dikin, anîna gelek zarokan bidomînin.”
Abdurrahman Kurt
Abdurrahman Kurt

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Abdurrahman Kurt diyar kir ku gotinên Erdogan ên "5-10-15 zarokên PKKê hene" şaş hatiye fêmkirin û got: “Ji bo Xwedê em ji Kurdan tika dikin, anîna gelek zarokan bidomînin.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ji parlamenterê Îzmîrê Mehmet Alî Çelebî û hevjîna wî re ku tevlî AK Partiyê bûn, gotibû: “Zêdebûna zarokan gelek girîng e. Li PKKê binêre, 5, 10, 15 zarokên wan hene.”

Endamê Desteya Navendî ya Rêvebirina Biryaran (MKYK) ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt gotinên Recep Tayyip Erdogan nirxand û got: “Helbet, awayê fêmkirinê aciz kir. Diyar e, zanyariyeke şaş a ku ji aliyê burokrasiya ewlehiyê ve hatiye dayîn heye. Birêz Serokomar wisa nafikire.”

Abdurrahman Kurt herwiha diyar kir: “Li herêmê 4 bajar hene ku rêjeya zêdebûna nifûsê gelek bilind e, Riha, Sêrt, Agirî û Şirnex. AK Partî li van bajaran bêyî qeyûm, bi hilbijartinan şaredarî bi dest xistine.”

Kurt destnîşan kir: “PKK, rêxistineke bê jin, bê dewlet, bê zarok e. Ti zarokekî PKKê li ser çiyayan tune ye. Em jî bi zarokên xwe şanaz in. Ez endamê malbateke 7 xwişk û bira me û ez endamê AK Partiyê me.”

Herwiha diyar kir: “Îro welatên rojava êşa nifûsa bi temen dikşînin. Em pêşbînî dikin ku leza zêdebûna nifûsê dê dakeve. Pêwîstiya me bi nifûsa ciwan heye. Ji bo Xwedê em ji Kurdan tika dikin, anîna gelek zarokan bidomînin.” (Çavkanî: Amida Haber)