Îran vîzeyê ji bo geştyarên Herêma Kurdistanê û Iraqê radike

Komara Îslamî ya Îranê vîzeyê ji ser geştyarên Herêma Kurdistanê û Iraqê radike û ji sibe roja yekşemê ve geştyar dikarin bêyî vîze bi rêya deriyên sînorî geşta Îranê bikin.

Hewlêr (K24) – Komara Îslamî ya Îranê vîzeyê ji ser geştyarên Herêma Kurdistanê û Iraqê radike û ji sibe roja yekşemê ve geştyar dikarin bêyî vîze bi rêya deriyên sînorî geşta Îranê bikin.

Rêveberê Nişîngeh û Pasaportê yê Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran Salar Tehsîn ji Kurdistan24ê re ragihand, ji sibe yekşemê ve geştyar dikarin bêyî vîze bi rêya deriyên sînorî geşta Îranê bikin.

Salar Tehsîn destnîşan kir, geştyarên Herêma Kurdistanê û Iraqê divê karta vaksînê yan testa Koronayê bi xwe re bînin, da ku rê were dayîn bêyî vîze serdana welatê Îranê bikin.

Rêveberê Nişîngeh û Pasaportê yê Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran eşkere kir, her geştyarek divê dema pasaporta wan ji şeş mehan kêmtir nebe, eger ji şeş mehan kêmtir mabe, rê nayê dayîn ku geştê bikin.