Li Ukraynayê zêdetirî milyonek kes ji ber êrîşên Rûsyayê bê elektrîk mane

Cîgirê Serokê Ukraynayê Kirilo Timoshenko ragihand, ji ber êrîşên Rûsyayê yên li ser jêrxana aborî û binkeyên elektrîkê yên Ukraynayê, zêdetirî milyonek kes bê elektrîk mane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Ukraynayê Kirilo Timoshenko ragihand, ji ber êrîşên Rûsyayê yên li ser jêrxana aborî û binkeyên elektrîkê yên Ukraynayê, zêdetirî milyonek kes bê elektrîk mane.

Herêmên Khmelnytskyi, Mykolaiv, Volyn, Cherkasy, Rivne, Kirovohrad, Odesa ji wan herêman in ku ziyanên herî mezin gihîştine wan û piraniya xelkê wan bê elektrîk in.

Rûsyayê bi rêya 36 mûşekan êrîş kiriye ser çend navçeyên jêrxana aborî ya Ukraynayê, lê belê artêşa Ukraynayê dibêje ku beşeke mezin a mûşekên Rûsyayê xistine xwarê.

Di 24ê Sibata borî de şerê Rûya û Ukraynayê dest pê kir û ji ber wî şerî, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê hejmarek sizayê darayî, aborî û siyasî bi ser Rûsyayê de sepandine.

Tevî vê yekê zêdetirî 10 milyon welatiyên Ukraynayê ber bi Polanda û welatên din ên Ewrûpayê koçber bûne.