Axaftina bi zimanê Kurdî di Civîna Giştî ya Baroya Îzmîrê de rastî êrîşê hat

Endama Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê (OHD) Aryen Turan di axaftina xwe ya Civîna Giştî ya Baroya Îzmîrê de gotinên xwe bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî anî û piştre rastî êrîşa bi devkî û fîzîkî hat.

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê (OHD) Aryen Turan di axaftina xwe ya Civîna Giştî ya Baroya Îzmîrê de gotinên xwe bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî anî û piştre rastî êrîşa bi devkî û fîzîkî hat.

Civîna Giştî ya Asayî ya Baroya Îzmirê ya 2022-2024ê ku dê 2 rojan berdewam bike duh roja Şemiyê 22ê Cotmeha 2022ê li Salona Werzîşê ya Celal Atik dest pê kir.

Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê (OHD) eşkere kir, endama wan Aryen Turan di Civîna Giştî ya Baroya Îzmirê de ji ber naveroka axaftina xwe û slogana bi zimanê Kurdî ku got “Jin, Jiyan, Azadî” rastî êrîşa bi devkî û fizîkî hatiye.

Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin, didin xuyakirin ku di civînê de li ser navê Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê Aryen Turan di axaftina xwe de balê dikşîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi taybetî li ser rewşa Parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk û dibêje divê ew girtiyên nexweş bên azadkirin.

Aryen Turan di dawiya axaftina xwe de Deniz Poyraz ku li avahiya HDPê ya Îzmirê hatibû kuştin û Jîna Emînî ku li Îranê di dema desteserkirina polîsên exlaqê de canê xwe ji dest dabû bibîr tîne û axaftina xwe bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî dike. Lê belê piştî van gotinên Aryen Turan li salonê nerazîbûn çêdibe û hejmarek parêzer li salonê dixwazin êrîşî Turan bikin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê ya Îzmirê derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmen parve kir û dibêje, Aryen Turan di dema axaftina xwe de rûbirûyê gef, heqaret û êrîşa grûpekê bûye.

Endama Komeleya Hiqûqnasên bo Azadî (OHD) Aryen Turan di axaftina xwe de dibêje: “Herî dawî em Deniz Poyraz ku li avahiya HDPê ya Îzmîrê hat kuştin û Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên Îranê ve hat kuştin bi rêz bibîr tînin. Em soz didin em ê xwedî li daxwaza wan a jiyaneke azad û demokratîk derkevin. Bi taybetî dijî vê sîstema mêran ku zilmê li jinan dike û rê nade azadiyan em ê dengê xwe bilind bikin. Jin, Jiyan, Azadî."