Hejmara malbatên Iraqî yên ji Kampa Holê hatine vegerandin hat eşkerekirin

Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê ragihand, heta niha 925 malbat ji Kampa Holê ku dike ji sedî 80 welatiyên Iraqî yên li wê kampê, hatine vegerandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê ragihand, heta niha 925 malbat ji Kampa Holê ku dike ji sedî 80 welatiyên Iraqî yên li wê kampê, hatine vegerandin.

Wekîlê Wezareta Koç û Koçberiyê ta Iraqê Kerîm Nûrî ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihandiye, di çend rojên borî de 158 malbatên din ji Kampa Holê bo Mûsilê hatine vegerandin, ku ji 650 kesan pêk tên, bi vê yekê bi giştî hejmara malbatên ku hatine vegerandin gihîştiye 925 malbatan û ev ji sedî 80ê welatiyên Iraqî yên kesûkarên çekdarên DAIŞê yên li Kampa Holê ye.

Kampa Holê dike başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, kamp di bin desthilata Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

Li Kampa Holê malbat û kesûkarên çekdarên DAIŞê dijîn, li gor amaran zêdetirî 71 hezar kesên ser bi DAIŞê tê de ne û nîvê nişteciyên kampê, temenên wan ji 18 salî kêmtir e û piraniya wan Iraqî ne. Ew kamp weke metirsiya serîhildana DAIŞê tê dîtin û çend car jî alozî di nav kampê de derketine holê, loma bi awayekî fermî ji welatan hatiye xwestin ku welatiyên xwe yên li nav kampê werbigrin.