Rapor: Washingtonê daxwaz ji Tirkiyê kir Heyet Tehrîr El-Şam ji Efrînê derbike

Washingtonê daxwaz ji Enqerê kiriye ku çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam ji Efrînê derbike, yan jî dê rê li ber HSD veke ku derbasî bajêr bibe.
Çekdarê Heyet Tehrîr El-Şam
Çekdarê Heyet Tehrîr El-Şam

Navenda Nûçeyan (K24) – Enstîtuya Washington ji bo Lêkolînên Stratejîk sedemeke din a şerê di navbera grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de li herêmên Bab û Efrînê û derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şamê bo Efrînê aşkere dike û diyar kirk u Amerîka daxwaz ji Tirkiyê kiriye, Tehrîr El-Şam ji Efrînê derbike.

Enstîtuya Washington ji bo Lêkolînên Stratejîk di raportekê de ragihand, Heyet Tehrîr El-Şamê di aliyê başrûrê rojava re derbasî Efrînê bû û grûpa Cebhe El-Şamiyê ya ser bi Feyleq Sêyem a opozîsyonê ve neçar bû ku ber bi bajarê Ezazê ve vekişin. Di çend rojên borî de destnûstan di navbera her du aliyan de çêbûn, lê Cebhe El-Şamiyê hemû daxwazên Tehrîr El-Şamê red kirin, di encamê de jî pevçûn li eniya gundê Kefer Cenê derdikevin.

Li gorî raportê, şerê di navbera grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de li herêmên Bab û Efrînê ji ber bazirganiya madeyên hişbir û hin berjewendiyên din derketiye. Çalakvan Ebû Xenûm (Ewê li Babê ligel hevjîna xwe ji aliyê grûpa Hemzat ve hatiye kuştin) jî li ser vê mijarê lêkolîn dikir.

Enstîtuya Washington ji bo Lêkolînên Stratejîk destnîşan kir jî, Amerîka gef li Tirkiyê xwariyê ku divê Serokê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed Colanî ji Efrînê derbike, yan jî ew ê rê bide HSDê ku ber bi Efrînê ve biçe.

Li gorî zanyariyên wê Enstîtuyê, Heyet Tehrîr El-Şam ji Efrînê vekişiya ye, lê saziyên wê yên ewlekarî û îstixbaratî hîn li Efrînê ne.