Rishi Sunak dibe Serokwezîrê Brîtanyayê

Penny Mordaunt ji namzedbûna postê Serokê Partiya Muhafazakar û Serokwezîriya Brîtanyayê vekişiya û weke yekane namzed maye û dê bibe Serokê Partiya Muhafazakar û Serokwezîrê Brîtanyayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rishi Sunak dibe Serokê Partiya Muhafazakar a Brîtanyayê û di çend rojên bê de, li gor rêkarên fermî, dê li ber Şahê Brîtanyayê wek Serokwezîrê Brîtanyayê were nasîn û kabîneya nû ya hikûmeta xwe ragihîne.

Ev piştî wê yekê hat ku îro Duşemê 24ê Cotmeha 2022yan, Penny Mordaunt vekişîna xwe ji namzedbûna postê Serokê Partiya Muhafazakar û Serokwezîriya Brîtanyayê ragihand.

Bi vê yekê jî, Rishi Sunak weke yekane namzed maye û dê bibe Serokê Partiya Muhafazakar û Serokwezîrê Brîtanyayê, ku li gor sîstema siyasî ya Brîtanyayê, serokê partiya ku di hilbijartinan de bi ser ketiye, dibe serokwezîrê welat.

Duh Yekşemê 23ê Cotmeha 2022yan di daxuyaniyekê de Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê diyar kir: “Her çiqas min dengên pêwîst bi dest xistine, lê ez gihîştime wê encamê ku xwe namzedkirina min ji bo postê Serokê Partiya Muhafazakar karekî dirust nîne.”

Roja 5ê Îlona 2022yan, endamên Partiya Muhafazakar a Brîtanyayê, Liz Truss weke seroka nû ya partiya xwe hilbijart, lê belê roja 20ê Cotmeha 2022yan, ji ber necîgiriya siyasî û qeyrana aborî, Liz Truss li xwe mikur hat ku ew nikare plan û raspardeyên heyî cîbicî bike û dest ji postê xwe berda.