HRW: Tirkiyê bi sedan penaberên Sûrî bi zorê şandine welatê wan

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch HRW) ragihand, desthilatdarên Tirkiyê bi sedan penaberên Sûrî bi zorê şandine welatê wan.

Hewlêr (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch HRW) ragihand, desthilatdarên Tirkiyê bi sedan penaberên Sûrî bi zorê şandine welatê wan.

Human Rights Watch (HRW) raportek li ser rewşa penaberên Sûrî yên li Tirkiyê belav kir û tê de ragihand: “Di nava çend mehên borî de Tirkiyê bi sedan pebarên Sûrî bi zorê şandiye Sûriyê.”

Di raportê de hatiye eşkerekirin, di navbera mehên Sibat û Tebaxê de, Enqerê penaberên Sûrî bi zorê şandine bakurê Sûriyê.

Li gor zanyariyên Neteweyên Yekbûyî, heta niha Tirkiye 15 hezar û 149 penaberên Sûrî bi zorê şandine welatê wan.

HRW diyar dike, welatiyên Sûriyê yên bi zorê hatine vegerandin, her du destên wan girêdayî ne û beşek ji wan li hember wan tundûtûjî hatiye kirin.

Ji ber nakokî û şerê navxwe yê li Sûriyê, 3.6 milyon koçberên Sûrî li bajarên cuda cuda yên Tirkiyê dijîn. Di meha Gulana borî de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan biryar dabû ku milyonek penaber li bakurê Sûriyê niştecî bike, ku hikûmeta Beşar Esed li wê derê desthilat nîne.

Li gor raportên Neteweyên Yekbûyî û HRW, heta niha jî Sûriye ji bo jiyanê cihekî aram nîne û nabe xelk bi zorê werin vegerandin.