Abdulhay Okumuş: Erdogan peyama ku gelê Kurd hêvî dikir neda

Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd (DDKD) Abdulhay Okumuş derbarê serdana Erdogan de ragihand, li Diyarbekirê gelê Kurd hêvî dikir ku Erdogan derbarê pirsa Kurd de peyamekê bide.

Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd (DDKD) Abdulhay Okumuş derbarê serdana Erdogan de ragihand, ku li Diyarbekirê gelê Kurd hêvî dikir ku derbarê pirsa Kurd de peyamekê bide û got: “Hêvî ew bû qala azadiyan, qala demokrasiyê, qala mafên mirovan, qala çareserkirina pirsgirêka Kurd bike.”

Abdulhay Okumuş ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a roja 23ê Cotmeha 2022yan a Diyarbekirê nirxand.

Okumuş bal kişand ser wê yekê ku Diyarbekir ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê navenda peyamên siyasî ye û got: “Weke ku tê zanîn Diyarbekir navenda Kurdên bakur e, ango gava payemek li Diyarbekirê ji Kurdan re bê dayîn, ev tê wê wateyê ku ji Kurdên bakur hemû re peyam e, lê gelê Kurd peyama ku hêvî dikir nedît.”

Li ser hêviya gelê Kurd ku li bendê bûn Serokomarê Tirkiyê peyamekê bide, Abdulhay Okumuş diyar kir: “Hêvî ew bû qala azadiyan, qala demokrasiyê, qala mafên mirovan, qala çareserkirina pirsgirêka Kurd bike, di pêşerojê de çi proje û karên dane pêşiya xwe, qala wê bê kirin, lê ji van hemû bi temamî dûr sekinî, jixwe qet behsa pirsgirêka Kurd nekir, di mjiara aboriyê de jî, ku gel di bin enflasyonê de dinale, qala wê jî nekir.”

Okumuş diyar kir ku gelê Kurd dibîne AK Partî ji mijara pirsa Kurd dûr ketiye û got: “Di nav AK Partiyê de jî êdî kadroyên wan îfade dikin ku AK Partî ji felsefeya avakirina xwe dûr ketiye, mijara azadiyan, mijara demokrasiyê, mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji wan fikr û ramanên xwe bi temamî dûr ketiye.”

Cîgirê Serokê Giştî DDKDê destnîşan kir ku ev dûrketina AK Partiyê ji çareserkirina pirsa Kurd, dê bandoreke neyênî di hilbijartinan de ji bo AK Partiyê bike û got: “Niha AK Partî di mijara Kurdan de ji ber ku bi temamî bi tundî disekine û pirsgirêka Kurd jî, bi temamî êdî red dike, dibêje pirsgirêkeke wisa tune ye, ev gotin û peyamên wî û ev têkiliya wî ya bi siyaseta Kurd re, niha Kurdên ku li metropolên Tirkiyê jî, wek bajarên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Bûrsa, Aydin û wekî din, Kurdên ku li wan deran dijîn, çi karsaz dibe, çi karmend dibe, çi muhafazakar dibe, çi sekuler dibe, ji ber peyamên wî yên li hember Kurdan êdî bi tundî disekine, têkiliya xwe bi Kurdan bi temamî qut kiriye.”