Li Rihayê şerê çekdarî: 2 kuştî û 14 birîndar

Li navçeya Wêranşar a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di şerekî çekdarî de 2 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Wêranşar a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di şerekî çekdarî de 2 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Li ser Cadeya Serê Kaniyê ya li devera dibistanan, di navbera du malbatan de ku berê di navbera wan de kêşe hebûye, şer û pevçûna çekdarî derket.

Gelek tîmên polîs û tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê.

Li gor zanyariyên destpêkê, kesên ku di şer û pevçûnê de birîndar bûne, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatine veguhestin û ji wan birîndaran du kesan canê xwe ji dest dane û 14 kes jî têne tedawîkirin.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê û li nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û ji bo desteserkirina kesên tevlî pevçûnê bûne, dest bi lêgerînê kirin.