Washington: Ti nîşaneyek ji bo bikaranîna çekê atomî ji aliyê Rûsyayê ve tune ye

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, ti nîşaneyek ji bo bikaranîna çekê atomî ji aliyê Rûsyayê ve tune ye.
Çekê atomî
Çekê atomî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, ti nîşaneyek ji bo bikaranîna çekê atomî ji aliyê Rûsyayê ve tune ye.

Ned Price di konferansa rojnamevanî ya heftane ya wezareta xwe de ragihand, ti sedemek ji bo hemwarkirina rewşa me ya atomî tune ye û ti nîşaneyek ji bo bikaranîna çekê atomî ji aliyê Rûsyayê ve tune ye.

Beriya niha jî Cîgirê Serokê Encûmena Asayîşa Rûsyayê Dmitri Medvedev eşkere kiribû, du rewş hene ku eger bidin, Moskow dê çekê atomî bi kar bîne.

Dmitri Medvedev ragihandibû: “Ew rewş ew in ku bi çekê atomî êrîşî Rûsyayê were kirin, yan jî her karekî ku bibe gef li ser hebûn û serweriya Moskowê, wê demê em ê çekê atomî bi kar bînin.”

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Navenda Îstixbarata Amerîkayê (CIA) William Joseph Burns beriya niha ragihandibû, şikestên Rûsyayê li hember Ukraynayê, dibe ku bibe sedema wê yekê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dawiya dawî xwe bispêre bikaranîna çekê atomî.