Li Enqere û 6 parêzgehên din 11 rojnameger hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li dijî rojnamegeran tê meşandin, hêzên ewlekariyê danê sibehê li Enqere, Stenbol, Wan, Diyarbekir, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin.

Di sergirtina malan de, Gerînendeya Weşana Giştî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtseve, nûçegihanên MA Denîz Nazlîm, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînli û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Ozer îd hatin binçavkirin.

Rojnamegerên li bajarên cuda hatine binçavkirin ji ber ku dosya ji aliyê serdozgeriya komarî ya Enqerê tê birêvebirin û biryara qedexeya lênêrîna dosyayê heye, ji bo Enqerê hatine birin.

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê van binçavkirinan de ragihand, ev kesên hatine binçavkirin di medyayên nêzîkê PKKê de kar dikin û propagandeya rêxistinê dikin. ji ber vê çendê hatine binçavkirin.

Li gorî zanyariyan, derbarê 15 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û heta niha 11 kes hatine binçavkirin. Lêgerîna 4 kesan jî berdewam dike.