Ebdî: Asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê dê çareseriyeke siyasî bi xwe re neyîne

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê, dê çareseriyeke siyasî ya cidî bi xwe re neyîne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de ligel “Eşerq El-Ewset” de li ser "asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê de got, "ev nêzîkatî berjewendiyên hikûmeta Enqerê nîşan dide. Metirsiyên mezin li ser paşeroj û îradeya Sûriyê bi xwe re tîne.” Got jî: “Ew ê çareseriyeke siyasî ya cidî bi xwe neyîne.”

Got jî: “Têkiliyên ewlehiyê di navbera Enqere û Şamê de berdewam in. Niha bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê re, aliyê Tirkiyê dest bi gavên aşkere kiriye. Divê rêjîma Sûriyê li ser hesabê welatiyên Sûriyê nekeve nava bazareke wiha.”

Ebdî got, “piraniya welatên ku di karûbarên Sûriyê de cih digirin di wê baweriyê de ne ku her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê, dê karesatekê bi ser serê gelê Sûriyê de bîne.

Fermandarê HSDê da zanîn jî, artêşa Tirkiyê di heyama du salên borî de 70 êrîş bi riya dronan pêk anîne û sivîl û fermandarên herî baş ên HSDê kirine armanc.

Derbarê diyaloga bi Şamê re jî, Mezlûm Ebdî diyar kir ku çend gerên diyalogê di navbera Şam û serkirdeyên Rêveberiya Xweser de pêk hatin, lê ew negihîştine tin encamên berçav.

Her wiha got jî: “Ji aliyê leşkerî ve ne pêkan e ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bê perçekirin. Ev hêz xwedî erkên meydanî yên berdewam in ji bo parastina xaka Sûriyê, û herwiha ew xwedî pêkhateyeke rêxistinî ya cuda ye. Ji berjewendiya gel û axa me ye ku em van hêzan biparêzin.”