Sûdanî daxwazê ji parlementoyê dike deng bide kabîneya wî

Navenda Nûçeyan (K24) – Mihemed Şiya Sûdanî bang li serokatiya parlamentoya Iraqê kir ku roja Pêncşemê civînekê li dar bixe, ji bo ew pêkhateya kabîneya xwe pêşkêş bike.

Serokwezîrê Iraqê yê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî nameyek ji ofîsa Serokê Parlamentoyê re şand û daxwaz kir ku parlamento roja Pêncşemê bicive û deng bide kabîneya nû ya hikûmetê.

Jêderekî ji Çarçoveya Hevahengiyê ji medyayên Iraqî re ragihand, di qonaxa yekem de dê dengdan ji bo 16 ji 22 wezaretan bê kirin. Piştî ku rêkeftin li ser 6 wezaretên din bê kirin, parlamento dê rojeke din pêkhateya kabîneyê pesend bike.

Ev yek piştî wê tê, rûniştina parlamentoyê ya roja Şemiya borî ku dihat plankirin Sûdanî tê de pêkhateya wezaretên xwe pêşkêş bike, hatibû paşxistin.

Medyaya xwecihî ya Iraqî di wê derbar de diyar kir ku ji ber hebûna nakokiyan di navbera aliyên siyasî de li ser kotaya wezîran, rê li ber lidarxistina rûniştina roja Şemiyê girt.

Mihemed Şiya Sûdanî piştî salekê li ser derbasbûna hilbijartinan û aloziya siyasî, roja 13ê Cotmehê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatibû destnîşankirin.

Li pêş Sûdanî 30 roj hene ku kabîneya xwe pêşkêş bike û eger ew bi ser neket, divê Serokomarê Iraqê kesayetekî din ji mezintirîn bloka parlamentoyê ji bo pêkanîna hikûmetê destnîşan bike.