Li Diyarbekirê binçavkirina rojnamevanan hat şermezarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê, ji aliyê rêveber û endamên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG) ,Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Sendîkaya Rojnamegeran ya Tirkiyeyê (TGS) ve, desteserkirina rojnamegeran bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî piştgirî da rojnamegeran.

Di daxuyaniya ku li ser navê DFG û MKGPê ve hat xwendin de, hat gotin ku “ Çapemeniya azad serî natewîne, niha Tirkiye bandora "Zagona Sansurê" nîqaş dike. Di vê demê de ev Zagona Sansurê di bin qilifê "pêşîgirtina dezenformasyonê" de ji meclîsê hat derbaskirin. Di vê pêvajoya ku bandorên Zagona Sansurê tê nîqaşkirin de li dijî rojnamegerên kurd operasyon pêk hat.”

Di daxuyaniya hevpar de behsa şêweyê desteserkirina rojnamegran hat kirin û wiha hat gotin; “Polîsan deriyê kar û malên kedkarên çapemeniyê şikandin. Midura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Agguz, Bêrivan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahinli hatin binçavkirin. Her wiha nûçegîhanên JINNEWS'ê Habibe Eren, Oznur Deger û Mehmet Gunhan ê di MA'yê de wekî stajyer dixebitî hatin binçavkirin. Hempîşeyên me bi îşkenceyê hatin binçavkirin û çekên bi lûleyên dirêj dan serê wan. Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda de hat girtin. Di lêgerînên Buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Enqerê de û di lêgerîna li malên hempîşeyên me de polîsan dest xistin ser, alavên nûçeyan ên wekî kompitur, wênekêş, pirtûk, kovar û arşîvên rojnameyan.”

Di daxuyaniyê de bertek nîşanî hikûmetê jî hatin dayîn û wiha hat gotin: “Operasyona ku li hemberî Çapemeniya Kurd tê kirin tê wateya bêdengkirina rojnameger û veşartina rastiyê. Çapemeniya Azad a ku dijminatiya îktîdarê ya li hemberî Kurdan derdixe holê dê tu carî bêdeng nemîne. Nikarin rojnamegerên Çapemeniya Azad bêdeng bikin.”

Hikûmet bi dîmenên wiha ne tenê ji bo rojnamegerên Kurd, ji hemû rojnamegeran re peyamekê dide; dixwazin bi zextan bitirsînin, bi binçavkirinan gav paşde bavêjin û rojevê beralî bikin. Em careke din dibêjin ku hemû hewldanên we wê bê encam bimînin.  Çapemeniya Azad bi bedelên giran û ti carî ji rastiyê tawîz nedaye hat van rojan. Banga me ji hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî re ye, em hemû bi hev re bi hevgirtin û têkoşîneke mezin li ber xwe bidin.”

Nûnerê TSGê yê Diyarbekirê Mahmut Oral jî ji ber yasaya sansure rexne li desthilatdariyê girt û got; “Ji beriya 5 mehan jî 16 rojnamegerên heman dezgehan hatibûn girtin lê tevî ku 140 roj derbasbûne hêj angşatname nehatiye amadekirin.  Me wê demê jî got; hûn nikarin bi van operasyonan dengên çapemeniyê bibirin, em dîsa dibêjin çapemeniya azad bêdeng nabe.”