Medyaya Îranê: Di bûyereke teqekirinê de 15 kes hatin kuştin

Medyaya Îranê ragihand, di bûyereke teqekirinê de li bajarê Şîrazê yê navenda parêzgeha Faris, 15 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.
Bajarê Şîrazê
Bajarê Şîrazê

Hewlêr (K24) – Medyaya Îranê ragihand, di bûyereke teqekirinê de li bajarê Şîrazê yê navenda parêzgeha Faris, 15 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên destpêkê, teqe bi çekên cûreya kalaşnîkov hatiye kirin û êrîş bi ser mezargeheke olî bûye û gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Medyaya Îranê eşkere kir, êrîşkar sê kes bûne, du ji wan hatine desteserkirin û li dezgehên ewlehiyê ne û herwiha hewla desteserkirina êrîşkarê sêyem didin.