Çima Putin pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê nekir?
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Kremlînê ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hîn pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Rishi Sunak nekiriye û got, Brîtanya welatekî "dost" nîne.
Berdevkê Koşka Kremlînê Dimitri Peskov ji rojnamevanan re ragihand, Brîtanya beşek e ji wan welatan ku weke "dost"ê Rûsyayê nayê hejmartin, loma Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Rishi Sunak nekir.
Dimitri Peskov diyar kir: “London piştevan û hevpeymana herî bihêz a Ukraynayê ye li dijî Moskowê.”
Roja sêşemê 25ê Cotmeha 2022yan, Serokê Partiya Muhafazakar û Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Rishi Sunak kabîneya hikûmeta xwe eşkere kir.
Ji ber şerê Ukraynayê, pêwendiyên navbera Brîtanya û Rûsyayê aloz bûne, ku bandor li ser sektora enerjî û xurekê kiriye û ziyan gihandiye rewşa aborî ya Brîtanyayê.