Fincancî ji bo dadweriya tawanê ya Enqerê hate rêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korur Fincancî bi tohmeta propagendaya PKKê, ji bo dadweriya tawanê ya nobedar hate rêkirin.

Peyamnêrê K24ê li Enqerê da zanîn, Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korur Fincancî bi tohmeta propegandaya rêxistinê, piştî lêpirsîna 9 demjimêran, bi daxwaza girtinê ji bo dadweriya tawanê ya nobedar hate rêkirin.

Seroka Jûra Bijîşkên Tirk Şebnem Korur Fîncancî piştî ku duhî li Stenbolê hatibû binçavkirin û hêzên asayîşê ew biribûn Rêveberiya Asayîşa Enqereyê, lêpirsîn pê re kiribûn. Piştî temambûna lêpirsînê, Fîncanci bo Dadgeha Enqerê hatibû birin.

Fîncancî ku di bernameyeke televîzyonî de gotibû, arteşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê çekê qedexe bikar aniye, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, Fîncancî bi bangeşekirina PKKê tohmetbar dike.