8emîn Festîvala Hinar û Payîzê li Helebce

Hinarên Helebce
Hinarên Helebce

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Helebce îro Heştemîn Festîvala Hinar û Payîzê tê lidarxistin ku armanc jê ew e ku hinar û berhemên din ên herêmê bên bazarkirin.

Peyamnêra K24ê li Helebce Evîn diyar kir, îsal berhema hinar li Helebce li gorî salên borî kêm bûye, lê li gorî cotkaran. berhema îsal baş e.

Peyamnêrê me got, 450 cotkar û firoşkar di Heştemîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce de beşdar in û berhemên xwe pêşan didin. Festîval jî dê sê rojan berdewam be.

Hinarên li Helebce, yek ji berhemên herî navdar ên Herêma Kurdistanê ye ku di van salên dawî de hinardeyî derveyê welat hatine kirin û biryar e îsal bo Îmaratê bên şandin.

Hinar
Hinar
Hinar
Hinar
Hinar
Hinar