Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo Mihemed Şiya Sûdanî nîşan da

Piştî ku kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî baweriya Parlamentoya Iraqê wergirt, Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Hewlêr (K24) – Piştî ku kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî baweriya Parlamentoya Iraqê wergirt, Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand, Serok Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Êvara roja Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê, tevî ragihandina piştgiriya xwe, pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir bi helkefta hilbijartin û raspardina ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqa Federal.”

Herwiha hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî di pêwendiya telefonî de hêviya serkeftinê ji bo wî xwestiye û tekezî li ser hevahengiya navbera herdu aliyan kiriye.

Îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022yan, bi amadebûna 253 parlamenteran, Parlamentoya Iraqê bawerî da beşek ji kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî.

Piştî ku roja 13ê Cotmeha 2022yan, ji aliyê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat erkdarkirin, Mihemed Şiya Sûdanî wek namzedê aliyên Çarçoveya Hevahengiyê, îro karnameya kabîneya hikûmeta xwe eşkere kir û beşek ji wezîrên wî, di rûniştina Parlamanetoya Iraqê bawerî wergirt.