Sînem Mihemed: Armanca nêzîkbûna hikûmetên Sûriye û Tirkiyê jinavbirina Rêveberiya Xweser e

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Washingtonê Sînem Mihemed ragihand, armanca nêzîkbûna hikûmetên Sûriye û Tirkiyê, jinavbirina Rêveberiya Xweser e.
Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Washingtonê Sînem Mihemed
Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Washingtonê Sînem Mihemed

Washington (K24) – Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Washingtonê Sînem Mihemed ragihand, armanca nêzîkbûna hikûmetên Sûriye û Tirkiyê, jinavbirina Rêveberiya Xweser e.

Sînem Mihemed li ser nêzîkbûna hikûmetên Sûriye û Tirkiyê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em dizanin rejîma Sûriyê nêzîk nabe, tenê armancekê wê hebe, armanca wê jî ew e ku bikare Xweseriya Demokrat tune bike, yek ji wan armanca wê, herdu jî eynî armanca rejîmê Sûriyê ne, ev nêzîkbûn ne di berjewendiya gelê hemû Sûriyê de ye.”

Herwiha destnîşan kir, ew ji bo başkirina aboriya Rojavayê Kurdistanê û herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê kar dikin û ji bo navçeyên Rêveberiya Xweser ji lîsteya cezayên Amerîkayê were derxistin, dixebitin.

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Washingtonê eşkere kir ku ew hewl didin kompaniyên Amerîkayê veberhênanê li Rojavayê Kurdistanê bikin.