Firokeyên Tirkiyê li Şingalê otomobîlek kire armanc

Firokeyên şer ên Tirkiyê li navçeya Şingalê otomobîleke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kire armanc.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Hewlêr (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê li navçeya Şingalê otomobîleke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kire armanc.

Îro Înê 28ê Cotmeha 2022yan, Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, otomobîlek li devera Sikêniye ya navçeya Şingalê kire armanc.

Heta niha ti zanyariyek li ser wê bombebaranê nehatiye belavkirin.

Di nava mehekê de ev dibe sêyem bombebarana firokeyên Tirkiyê ku li sînorê navçeya Şingalê hatin encamdin.

Roja 18ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 20:20 xulekan de firokeyên bêfirokevan ên artêşa Tirkiyê, otomobîla berpirsekî çekdarên PKKê li taxa Şehîdan a li navenda qezaya Şingalê kire armanc, di encamê de berpirs û çekdarekî DAIŞê hatin kuştin û çekdarek jî birîndar bû.

Herwiha roja 6ê Cotmeha 2022yan jî, di demjimêr 21:30 xulekan de firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê li çiyayê Şingalê baregeheke çekdarên YBŞê kire armanc.