Putin behsa çarenûsa Kurdan dike

“Divê em hewla hevsengiya berjewendiyan bidin, eger hevsengiya berjewendiyan neyê bidestxistin, aştî berdewam nabe, ev mijar derbarê çarenûsa Kurdan de jî heman tişt e.”
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser pirsa şîrovekarê siyasî yê ji Herêma Kurdistanê Mihemed Îhsan ya derbarê Pirsa Kurd de diyar kir: “Divê em hewla hevsengiya berjewendiyan bidin, eger hevsengiya berjewendiyan neyê bidestxistin, aştî berdewam nabe, ev mijar derbarê çarenûsa Kurdan de jî heman tişt e.”

Vladimir Putin di Dîdara Aborî ya Valdai de li Moskowê li ser Pirsa Kurd got: “Li ser mijara Kurd min çend caran gotiye, ne tenê li ser Kurdan û gelê Kurd, divê em li ser hemû miletên cîhanê hevsengiya berjewendiyan çêbikin. Tenê dema ku hevsengiya berjewendiyan çê bibe wê cîhan aram bibe. Heman tişt ji bo çarenûsa Kurdan jî wisa ye.”

Mihemed Îhsan ji Vladimir Putin pirsîbû: “Mijara konferansê 'Cîhana Piştî-Hegemonyayê: Dadperwerî û Ewlehî Ji bo Her Kesî' ye. Bi nêrîna we Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê dê di pêşerojê de bibin xwedî ewlehî û dadmendiyeke zêdetir?”

Putin got: “Alayên me li Ewrûpa û Amerîkayê jî hene. Li wir jî gelek alîgirên me hene. Li Amerîkayê gelek kes hene ku xwe bi nirxên kevneşopî digirin û bi me re ne, hûn jî dizanin. Li ser mijara Kurd min çend caran gotiye, ne tenê li ser Kurdan û gelê Kurd, divê em li ser hemû miletên cîhanê hevsengiya berjewendiyan çêbikin. Tenê dema ku hevsengiya berjewendiyan çê bibe wê cîhan aram bibe. Heman tişt ji bo çarenûsa Kurdan jî wisa ye.”