Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê xwepêşandanên Îranê de dicive

Hikûmeta Amerîkayê mijara xwepêşandanên van demên dawî yên li Îranê, dibe Encûmena Asayîşa Navdewletî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Amerîkayê mijara xwepêşandanên van demên dawî yên li Îranê, dibe Encûmena Asayîşa Navdewletî. Îranê bertek li hember vê yekê nîşan da û di daxuyaniyekê de ragihand: “Amerîka tometbarê sereke yê aloziyan e.”

Biryar e civîn roja çarşemê 2yê Mijdarê were birêvebirin û Nûnerê Encûmena Mafên Mirovan a Navdewletî yê Îranê Cawîd Rehman, Wergirê Xelata Nobelê ya Aştiyê Şîrîn Ebadî û aktora sînemayê û çalakvan Nazenîn Zaxerî di civînê de biaxivin.

Amerîka diyar dike ku mebesta vê civînê, "lêkolîna serbixwe û cihê baweriyê" li ser binpêkirina mafên mirovan li Îranê, civîn ne fermî ye û endamên Neteweyên Yekbûuî û grûp û rêxistinên mafên mirovan dikarin beşdar bibin.

Ajansa Reutersê li ser naveroka civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ragihandiye: “Di civînê de bi hûrgilî dê behsa bêdengkirina van demên dawî yên keç û jin û pêkhateyên olî û netewî yên Îranê were kirin.”

Nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî bertek li vê civînê nîşan daye û ragihandiye, niyeta Amerîkayê ji bo piştgiriya jinên Îranê, "pak nîne" û dibêje: “Amerîka tometbarê sereke yê aloziyan e.”

Zêdetirî 40 rojan, xwepêşandan li dehan bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam e û li gor amarên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hatiye belavkirin, heta roja Îna bor, herî kêm 253 kesan, ku ji wan 34 kes zarok in, bi teqeyên hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin.