Serokê Şaredariya Kîevê: Zivistana îsal dê gelek sar be

Êrîşên Rûsyayê yên van çend hefetyên dawî yên li ser axa Ukraynayê û wêstgehên elektrîkê zêde bûne, çend jêderên li Kîevê eşkere kirine, %30ê wêstgehên elektrîkê li hemû welat bi temamî têk çûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşên Rûsyayê yên van çend hefetyên dawî yên li ser axa Ukraynayê û wêstgehên elektrîkê zêde bûne, çend jêderên li Kîevê eşkere kirine, %30ê wêstgehên elektrîkê li hemû welat bi temamî têk çûne.

Tevî ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky duh tekez kir ku gelê wî ji tarîtiyê natirse, lê wisa xuya ye ku armanca Moskowê ne ew e ku Ukraynayê di tarîtiyê de bihêle.

Nêzîkbûna zivistanê û gihîştina berfê bo ber malên Ukrayniyan, di demekê de ye ku wêstgehên enerjiyê derbeke mezin li welat daye û vê jî bandoreke xirab li ser germkirinê daye.

Li ser vê mijarê, Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Kliçko ragihand, eger welatên rojava demildst betanî û pêwîstiyên germkirinê neşînin, welatiyên Ukraynayê dê di vê zivistanê de biqerisin.

Vitali Kliçko diyar kir: “Em hemû hewldanên xwe dikin ji bo rizgarkirin û parastina gelê xwe, lê belê derbaskirina vê zivistanê, dê gelek zehmet be.”