Li Enqerê berhemên xwemalî yên Dîlokê di festîvalekê de hatin nasandin

Bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdsitanê bi hemû tam û çêjên xwe yên xwemalî li Enqera paytexta Tirkiyê bi festîvalekê hate nasandin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdsitanê bi hemû tam û çêjên xwe yên xwemalî li Enqera paytexta Tirkiyê bi festîvalekê hate nasandin. Di festîvalê de li gel xwarinên Dîlokê şêranî û berhemên xwemalî yên vî bajarî jî hatin pêşandan. Welatiyên ku serdana pêşangehê kirin, keyfxweş bûn ku hemû tamên Dîlokê hatine ber lingê wan.

Kebaba satorê, xwarina hûrûrûvî, kutilk û kebaba kaxizê. Bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê bi hemû berhem û xwarinên xwe bi festîvalekê hatin nasandin.  Di festîvalê de eleqeya herî zêde li ser kebaba Dîlokê û xwarina hûrûrûvî bû. Hosteyê kebaba xwemalî ya Dîlokê amaje pê kirin ku ji ber taybetmeniyên wê, ev xwarina wan ji yên bajarên din cudatir e û amadekirina vê jî zehmet e.

Hoste Remezan ji K24ê re diyar kir: “Kebaba herî bi nav û deng ya Dîlokê kebaba satorê ye. Ev kebab ji persûyê berxik, goştê conega û bi don tê amadekirin û li ser agirê komira daran tê çêkirin. Bi kedeke mezin em vê kebabê amade dikin.”

Welatiyên ku yekem car ev xwarinên dîlokê tam kirine jî xemginiya xwe anîn ziman ku heta niha ev xwerin nexwarine.

Fadîme Menteş ji K24ê re ragihand: “Festîvaleke xweş e. Min tam kir gelek xwerinên Dîlokê. Taybetî jî kibab û xwarina hûrûrûvî gelek çû xweşiya min. Xwezîka min beriya niha ev xwarin bixwarana bi rastî jî tehma wan gelek xweş e.”

Dema ku behsa bajarê Dîlokê tê kirin şêraniyên wê yên binav û deng peqlawe û qetmer derdikevin pêş, bi taybetî di demen dawî de şêraniya qetmerê bi çêkirin û tama xwe navê xwe belav kiriye seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Hosteyê Qetmerê Mahmut Dayan ji K24ê re diyar kir: “Pêşî em hevîreke zirav vedikin pişt re em qeymax, fistiq û şekira wê dikin nav de û em diavêjin firnê. Ji ber ku hevîrê wê gelek zirav e di çend xulekan de amade dibe. Li gorî şêraniyên din qetmer mirov aciz nake û şêraniyeke sivik e.”

Welatiyên ku berê xwe dane vê pêşangehê jî eleqeya herî zêde nîşanê vê şîraniya Dîlokê kirin.

Welatiyê bi navê Cemalî Avci diyar kir: “Bi rastî jî şêraniyeke bitehm e û li gorî şêraniyên din qet ez aciz nekirim. Dema ku min li Dilokê zanko dixwend herî zêde ez diçûm min ev şêranî dixwar û îro jî tenê ji bo ku vê şêraniyê bixwim hatim vê derê.”

Herwiha fistiqa bi nav û deng ya bajarê Dîlokê û bastîqa wê ya ku bi tirî hatiye çêkirin jî di vê pêşangehê de têne nasandin.