Qamişlo.. 27emîn Mihrecana Helbesta Kurdî hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – 27emîn Mihrecana Helbesta Kurdî li bajarê Qamişlo bi amadebûna hejmarek ji helbestvan, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên civaka sivîl hat lidarxistin.

Endamê Komîteya Amadekar Ebdulsemed Mehmûd ji K24ê re diyar kir, 34 helbestvanên jin û mêr beşdarî 27emîn Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê bûn ku duhî 28ê Cotmeha 2022an li hola Zana ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Da zanîn jî, di mehrîcanê de nêzîkî 40 helbest ji aliyê helbestvanan ve hatin pêşkêşkirin. Di navbera xwandina helbestan de, çend stran ji aliyê çend hunermendanve hatin pêşkêşkirin, wek Se'd Ferso, Me'sûm Şikakî, Baha Şêxo, Fewaz Ebû Dilo.

Ebdulsemed Mehmûd got jî, Komîteya Amadekar xelata Mihrecanê ya salane da lêkolîner û helbestvanê Kurd Îbrahîm Mela Qasim. Her wiha helbestvan Qasim Merîka bi xelata şanaziyê hat xelatkirin.

Her wiha diyar kir jî, di Mihrecanê de, pirtûka helbestên Mihrecana 26emîn ji hêla komîteya amadekar ve hate îmzekirin û li amadebûyan hate belavkirin.

Mihrecana helbesta Kurdî, ji sala 1993'an ve bi berdewamî li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistana lidar dikeve. Lidarxistina mihrecanê heta sala 2011ê, rastî gelek zehmetî û astengiyan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve dihat, lê piştî sala 2011ê ve, mihrecan bi awayekî rihettir lidar dikeve.

Mihrecana Helbesta Kurdî
Mihrecana Helbesta Kurdî
Mihrecana Helbesta Kurdî
Mihrecana Helbesta Kurdî
Mihrecana Helbesta Kurdî
Mihrecana Helbesta Kurdî
Mihrecana Helbesta Kurdî
Mihrecana Helbesta Kurdî
Mihrecana Helbesta Kurdî
Mihrecana Helbesta Kurdî