Li Stenbolê pêşangeheke hunerî ji bo hunermendên ciwan hat sazkirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê bi mebesta zêdetir berhemanîna hunermendên ciwan, pêşangeheke hunerî hat sazkirin. Di pêşangehê de bi berhemên hunerî bal hat kişandin ser babetên cuda yên kulturî û civakî.

Mekaneke berfireh û nûjen ku tê da gelek berhemên hunerî yên ji hev ciyawaztir hene û her berhemek balê dikêşîne ser çîrok û kulturên cuda.

Li Stenbolê pêşangeha bi navê “Mamut Art Project” de ku ev 10 sal in bênavber tê sazkirin, berhemên 49 hunermenên ji bajarên cuda cîh girtin.

Damezrînera Pêşangeha Mamut Art Project Seren Kohen Ojalvo ji K24ê re got: “Armanca me sereke ji vê sazkirina pêşangehê ew e ku bo hunermendên gênc derfetek bê dayîn da ku zêdetir berhem çêbikin. Di vê pêşangehê de zêdetir berhemên hunermendên gêncan hene. 350 berhem li vir cîh digirin.”

Tenêtî, pêwendiyên malbatî, civakî, aîdiyet, nasnameya zayendî wek babetên sereke bûn ku bi rêya van xebatên hunerî di pêşangehê de derketin pêş.

Hunermend Mîne Anafarta dibêje: “Min wêneyên kevn û kartpostalên beriya 50 salan ku tê da gelek bîranîn û çîrokên cuda hene dan ber hev. Zêdetir tê de babetêb civakî û global ên wek şerê Vîetname hene. Min ev wek xeyalek ku di hişê min de bi du alî nîşan dan.”

Deng û muzîka Kurdî ya klama Lawikê Metînî ya Karapetê Xaco jî tevî bi berhemên çend hunermendên Kurd li nav pêşangehê olan da.