Netewên Yekgirtî daxwaza lêkolînê li ser teqîna Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI), banga lêkolîneke berfireh li ser teqîna tankera gazê ya li bakurê rojhilatê Bexdayê, dike.

UNAMI di daxuyaniyekê de got: “Em ji dil sersaxiyê li malbatên qurbaniyên ku di teqîna tankerê de şeva borî li nêzîkî stadyumeke werzîşê li Bexdayê şehîd bûne dikin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Her wiha UNAMI got: “Divê lêkolînek berfireh li ser sedem û rewşên vê bûyera tirsnak were kirin bibe.”

Teqîn şeva borî li nêzîkî stadyumeke werzişê li bakurê rojhilatê Bexdayê rû dabû û li gorî Fermandarîya Operasyonên Bexdayê di encamê de 9 sivîl hatin kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûn.