Serokê Lubnanê dest ji kar kişand

Serokomarê Lubnanê Michel Aoun ji koşka serokomariyê derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Lubnanê Michel Aoun li dijî negihîştina rêkeftina partiyan li ser hilbijartina serokomarê nû, dest ji kar kişand û ji koşka serokomariyê derket.

Ji bo cara çaremîn li ser hev, parlemana Lubnanê li ser destnîşankirina kesekî li şûna Aoun li hev nekir.

Bi derketina Aoun ji koşka serokatiyê, Lubnan niha xwe li ber rewşek nû dibîne, ku posta serokatiyê vala ye û hikûmeta demkî jî xwedî desthilatên sînordar e.

Aoun di sala 2016an de, bi piştgirîya Hizbullah û rikberiya sîyasetmedarê Xiristîyan ê Maronî Semîr Geagea, bû serok, bi rêkeftinekê jî siyasetmedarê navdar ê Sunî Seid Herîrî bû serokwezîr.

Lubnan niha ji aliyê hikûmeteke veguhêz ve tê birêvebirin, di heman demê de ji 6 mehan ve jî hewlên bêhêvî ji aliyê serokwezîrê destnîşankirî Necîb Mikatî ve hene, ji bo avakirina hikûmetê.

Lubnan ev zêdetirî sê salan e di nava krîzeke aborî ya dijwar de dijî, ku ji aliyê Banka Cîhanî ve weke ya herî xirab di dîroka cîhanê de hatiye binavkirin û asta hejariyê gihîştiye asteke rekor.

Rêjeya bêkariyê jî giheştiye sînorê ji sedî 40, di heman demê de ku bi sedema têkçûna diravê wî welatî li hember dolarê, rewşa jiyanê û hêza kirîna Lubnanê xirabtir dibe.