Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Nivîskar û hebestvanê Kurd Arjen Arî, ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn. Di 10emîn salvegera koça dawiyê ya Arî de, hezkiriyên wî bal kişandin ku Arjen bi hestên xwe yên neteweyî, pêşengekî helbesta Kurdî ya nûjen bû û dê her tim di dilê gelê xwe de bijî.

Di 10emîn salvegera koça dawî ya Arjen Arî de, malbat û hezkiriyên wî li ber gora Arjen Arî civiyan. Beşdarên merasîmê, bi xwendina hebest û berhemên Arî, Arjen Arî li ser gora wî bibîr anîn.

Nûnerê Weşanên Sor û nivîskar Reşo Ronahî jî, da zanîn ku Arjen Arî, bi helbestên xwe rêçeke diyar li pey xwe hiştiye û nivşên nû bi hestên bihêz berê xwe didin helbesta Kurdî.

nivîskar Reşo Ronahî ji K24ê re got: “Arjen Arî hem di warê evîndariyê de, hem jî di warê neteweperiyê de hêsteke gelek bi qewet daye me û xwînerên Kurd. Ji ber hindê em wî qet jibîr nakin û emê tu car jibîr nekin.”

Xwişka Arjen Arî Necla Akkay jî radigihîne ku rehmeta Arjen Arî, di nav malbatê de valahiyeke mezin hiştiye û ew dîsa bi hêstên bihêz ku wî ji bo wan wek şîretkirin hiştiye, li hember êşa nebûyîna wî berxwe didin.

Necla Akkay dibêje: “Ez dizanim ku kêfa wî gelek ji wan kesan re dihat ku dema mirov li hember hemû zehmetiyan karibe li ser piyan bimîne. Ez bawerim ez jî hêza xwe hemû ji wê gotinê distînim. Heger ew daxwaza wî nebûya dibû ku ez têkbiçûma, lê ez her carê wan gotinên wî bibîra xwe tînim û dibêm divê lis er piyan bimînim.”

Di merasîma  bibîranîna Arjen Arî de, Weşanxaneya Sor Antolojiya Helbesta Bakûr ji bo beşdaran belav kir û beşdaran 2 demjimêr bi xwendina hebestan helbestanê navdar Arjen Arî bibîr anîn.