Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 31ê Cotmeha 2022an pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û şanda pê re kir.

Di civînê de, dawî pêşhat û guhartinên li Iraqê piştî bidawîhatina aloziya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê hatin gotûbêjkirin.

Pêşxistina pêwendiyên dualî û giringiya rûbirûbûna kiryarên terorîstî mijareke din a vê hevdîtinê bû.