Rûsya derbarê cîbicîkirina rêkeftina dexlûdanên Ukraynayê de hişyariyê dide

Berdevkê Koşka Kremlînê Dimitri Peskov ragihand, karekî "metirsîdar" û "giran" e, ku bêyî Moskowê rêkeftina veguhestina dexlûdanên Ukraynayê berdewam be.

Hewlêr (K24) – Koşka Kremlînê li ser cîbicîkirina rêkeftina hinardeya dexlûdanên Ukraynayê bêyî Rûsyayê hişyariyê dide.

Berdevkê Koşka Kremlînê Dimitri Peskov li ser vê mijarê ragihand, karekî "metirsîdar" û "giran" e, ku bêyî Moskowê rêkeftina veguhestina dexlûdanên Ukraynayê berdewam be, di demekê de ku Kîev di veguhestina genim de berdewam e.

Dimitri Peskov li ser berdewamiya rêkeftinê eşkere kir, tevî ku rewşa rêrewên mirovî yên ji bo veguhestina dexlûdan silamet nîne, Rûsya nikare di cîbicîkirina rêkeftinê de berdewam be.

Peskov dibêje: “Bi wê şêweyê, em ber bi rewşeke metirsîdar gav diavêjin.”

Çend roj berê, Rûsyayê beşdarbûna rêkeftina hinardeya dexlûdanên Ukraynayê bo cîhanê rawestand.

Ev pêngava Rûsyayê piştî wê yekê hat ku roja Şemiyê 29ê Cotmeha 2022yan keştiyên şer ên Rûsyayê ji girava Sivastopol a ser bi navçeya Kirimê, bi rêya firokeyên bêfirokevan kire armanc.

Meha Tîrmeha borî, Rûsya û Ukrayna li Stenbolê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî rêkeftinek îmze kirin, ku armanca wê, hêsankirina gihiştina dexlûdanên Ukraynayê bo bazarên cîhanê, da ku ew rêkeftin, qeyrana xurekê çareser bike.